Îlon 10, 2021 16:27 Asia/Tehran
  • Walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve li vê wilayetê ragihand

Walîtiya Mêrdînê îro ji saet 05:00ê sibehê ve li çend deverên niştecîbûnê qedexeya derketina derve ragihand.

Bi hinceta operasyonên leşkerî yên li deverê, bi biryara Walîtiya Mêrdînê, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin û operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê jî li navçeyê berdewam e.

Walîtiya Mêrdînê îro di daxuyaniyekê de ragihand; “Ji saet 05:00 îro înê 10ê Îlonê ve heta derketina daxuyaniyeke duyemîn û bidawîbûna operasyonên li herêmê, li navçeya Artukluyê û gundê Kurika Çeto û mezrayên derdora wê qedexeya derketina derve hat ragihandin.”

Ragihandina qedexeya derketina derve li wê navçeya Mêrdînê, piştî şerê duh ê di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de hat, ku di encama wî şerî de polîsekî Operasyonên Taybet yê Tirkiyê hat kuştin.

Serepeyv