Îlon 07, 2021 09:39 Asia/Tehran
  •   Erdhejeke bi hêza 3.9 navçeya Geverê ya Colemêrgê hejand

Rêveberiya Rewşên Bilez û Karestan (AFAD) a Tirkiyê ragihand, duh demjimêr 15.20 bi kurahiya 7.59 kîlometre erdhejeke bi hêza 3.9 pileya rîxterê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê pêk hat.

Li gor  zanyariyên ku AFADê belav kirine, duh 6ê Îlona 2021ê demjimêr 15.20ê,  li Deryaya Egeyê erdhejek pêk hatiye û navenda wê jî bi pileya 3.9 navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê hatiye tomarkirin.

AFADê zanyariyên zêdetir derbarê wê erdhejê de belav kirin û ragihand ku kûrahiya wê erdhejê 7.59 kîlometre bûye.

Li aliyê din  derbarê zirar û ziyana maddî û canî ya wê erdhejê jî ti agahiyek ji aliyê saziyên fermî ve nehatiye belavkirin.   

Serepeyv