Zêdexwaziyên Erdogan li navçeyê: Her kesek bixwaze li navçeyê karekî bike, divê ji Tirkiyê destûr bistîne!
Serokomarê Tirkiyê di dewama gotinên xwe yên zêdexwazane îdia kir: Her kesek bixwaze li navçeyê karekî bike, divê ji Tirkiyê destûr bistîne.
Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê di merasima wergirtina versiyona nû ya dronên 'Beyreqdar' (Bayraktar) ên vî welatî da, got: Armanca niha ya Enqerê pêşxistina hin dironan e ku bikarin li ser keştiyên balefirhilgir ên bi banda kurt bifirrin û dakevin.
Erdogan îdia kir: Gellek ji welatan li benda wergirtina dronên tirkiyeyî ne.
Wî got: Tirkiye bi dronên êrîşker ên Axincî (navekî wergirtî ji hêzên artêşa Osmanî) bû yek ji sê welatên cîhanê ku teknolojiyeke wiha heye.
Zêdexwaziyên Erdogan di warê leşkerî û siyasî da di halekî da ye ku ew tûşî dijberiyên tund ên kesayetîû komên siyasî bûye.