Demîrtaş: Weşanxaneyên kurdan tu pirtûk û agahî nedane min
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê twitterê re car bi caran pirtûk pêşniyar dikir. Ji ber ku pirtûkên bi tirkî pêşniyar dikir rastî rexneyan dihat. Demîrtaş duh bi kurdî twît belav kirin û got, "Di maweya pênc salên bihurî da, ji bilî weşanxaneya Aramê, min ji tu weşanxaneyeka kurdî ne peşnîyazeka pirtûkeka kurdî wergirt, ne agahdarîya pirtûkeka nû gihîşt min."
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Demîrtaş duh du caran twît belav kirin. Cara pêşî bi tirkî û qala şewatên li Dêrsim û bajarên kurdan ên din kir. Duh êvarê jî bi kurdî twît belav kir. Demîrtaşî heta niha îstîsna ne têde bi kurdî twît belav nekirine. Lê duh twîtên xwe yên li ser pirtûkan bi kurdî belav kir. Demîrtaşê ku ji ber pêşniyarên pirtûkên bi tirkî dihat rexnekirin wisa got:
"1- Ji ber saxtikirin û lê pirsînan, hema hema ne mimkin bû ku pirtûkên kurdî bihatana girtîgehan.
2- Li gel vê yekê, di maweya pênc salên bihurî da, ji bilî weşanxaneya Aramê, min ji tu weşanxaneyeka kurdî ne peşnîyazeka pirtûkeka kurdî wergirt, ne agahdarîya pirtûkeka nû gihîşt min û ne jî silavek li min hat kirin.
3- Helbet gazin û rexne li ser ser û çavan, lê ez dixwazim ku ev jî bên zanîn. Piranîya pirtûkên ku min pêşnîyaz kirine, min ji nava wan pirtûkan hilbijartine û xwendine ku nivîskar û weşanxaneyên wan ew bi awayekî nazîkî bi xwe ji min ra şandine.
4- Li gel van hemû derfetên bisînorkirî, her gava ez fersendê dibînim, ez hewl didim wan pirtûkên kurdî jî pêşnîyazî we bikim ku min di heqê wan da agahdarî bi dest xistine.
5- Ez dê kêfxweş bibim ku weşanxaneyên kurdî agahdarîyên pirtûkên kurdî, qet nebe, bi rêya parêzerên min bigihînin min.
6- Ez bi vê wesîleyê, pirtûkên Weşanxaneya Peywendê yên kurdî tewsîyeyî we dikim ku pêşnîyazî min bûne.
7- Ez her weha pirtûkeka nû jî tewsîyeyî we dikim ku navê wê Xemname ye û ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin."*
Bi ev 7 twîtên bi kurdî yên Demîrtaş tê dîtin ku heta niha weşanxaneyên kurdan ne tu pirtûk jêre şandine, ne agahî dane wî.
Li aliyê din kesên di bin van twîtan de tiştin nivîsîne, bi kurdî belavkirina twîtan ji aliyê Demîrtaş ve wekî erênî nirxandine.
Malpera Diyarnameyê di dawiya nûçeya xwe da nivîsiye: "Me dest nedaye kurdiya twîtan, wekî xwe me weşandiye."