Tebax 27, 2021 19:20 Asia/Tehran
  • Çiyayê Nemrûdê; Cihê herî xweş yê ku roj lê hiltê

Her roj bi sedan kes ji bo ku temaşeyî hilatin û rojavabûna rojê bikin, tên Çiyayê Nemrûdê. Kesên ku piştî meşek dûr û zor xwe digihînin lûtkeya çî, di bêdengiya berbanga sibê de temaşeyî dîmenên bêhempa yên hilatina rojê dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Çiyayê Nemrûdê yê dikeve navçeya Kolik a Samsûrê, di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê UNESCO'yê de cih digire. Her roj bi sedan kes ji bo ku derkevin Çiyayê Nemrûdê û temaşeyî hilatin û rojavabûna rojê bikin, ji berwarên tîk heya 40 deqeyan dest bi meşek dûr û zor dikin. Kesên ku piştî vê meşa zor û zehmet digihîjin lûtkeya çiyê, li pêş xwe peykerên gewre yên ji serdema Kraltiya Kommagene mayîne dibînin.
 

Serepeyv