Tebax 23, 2021 14:47 Asia/Tehran
  •  Mewlûd Çwûşoxlû çû Ukraynê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi armanca xurtkirina têkiliyan û gotûbêja bi berpirsên Ukraynê ra, derbasî Kiyêfa paytexta vî welatî bû.

Li gorî rapora TRT'ya Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê dema daketina li balefiorgeha Kiyêfê ji aliyê Olig Oroskî alîkarê serokwezîrê û wezîrê Pîşeyên stratejîk ê Ukraynê va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Ukraynê ji bilî gotûbêja tev berpirsên vî welatî, dê beşdarî civîna navneteweyî ya pêkanîna Platforma Kirîmeyê jî bibe.

Tirkiyê li dijî veqetiyana Nîvgirava Kirîmeyê ji Ukraynê û piştevana kêmîneya Tatar li vê navçeyê ye.

 

Serepeyv