Tebax 23, 2021 10:41 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyê 206 kesên din bi Covid-19'ê canê xwe ji dest da

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 18 hezar û 622 kes bi vîrusa Covid-19'ê ketin û 206 kesan jî canê xwe ji dest da.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, duh Yekşemî 22ê Tebaxê amarên nû yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê 265 hezar û 196 pişkinînên Covid-19'ê hatine kirin ku encamên 18 hezar û 622 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 206 kes ji pêketiyên Covid-19'ê canê xwe ji dest daye. Ji duh ve heta îro jî 13 hezar û 263 nexweşên coronayê baş bûne.

Serepeyv