Tebax 15, 2021 09:37 Asia/Tehran
  • Li navçeya Qamuşan a ser bi parêzgeha Qersê lehî rabû

Li navçeya Qamuşan a ser bi parêzgeha Qersê ya Tirkiyê di encama rabûna lehiyê de beşeke ajel û otomobîlên welatiyan ji nav çûn û avê da çendîn xaniyan.

Li gundên Înkaya û  Topkaya yên ser bi  navçeya Qamuşan a girêdayî parêzgeha Qersê, duh 14ê Tebaxa 2021ê di demjimêrên nîvro de  baraneke zêde barî û di  encamê de  lehî rabû.

Li gor agahiyan di  encama wê lehiyê de beşek zêde ya ajelên gundiyan ji nav çûn û lehiyê çendîn otomobîlên welatiyan li ber xwe birin. Herwiha di encama lehiyê de avê da beşeke xaniyên welatiyan jî.

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan, Tîmên Tendirustî û Jendermeyan bo wan cihên lehiyê hatin şandin.

Qeymeqamê navçeya Qamuşanê Recep Koşal jî derbarê lehiya ku li navçeyê rabûye daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Recep Koşal di daxuyaniya xwe de got : “Li gundê Înkaya yê navçeya me di 14ê Tebaxa 2021ê piştî  barîna baraneke zêde lehî rabû û lehiyê zererek maddi  gehandiye xanî, otomobil û ajelên welatiyên me. Ziyanên canî nîn in. Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan, Rêveberiya Taybet û Jendermeyan bo cihên lehiyê hatine şandin û dest bi alîkariya welatiyan û tespîtkirina ziyanan hatiye kirin.”

 

 

Serepeyv