Tebax 15, 2021 08:33 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên lehiyê li Tirkiyê zêde bû

Di çaremîn roja qewimîna lehiya wêranker li parêzgehên bakurê Tirkiyê, hejmara goriyan gihîşte 58 kesî.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Navenda têkoşîna dijî bûyer û bobelatên xwezayî ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li parêzgeha Kastamonûyê heta niha 50 kes, li Sînopê 7 kes û li Bartînê jî kesek ji ber lehiyê miriye.

 

Ev di halekî da ye ku amarên ne fermî nîşan didin hejmara goriyên vê lehiya kêmdîtî herîkêm 10 beranberî hejmara fermî ye.

 

 

Serepeyv