Tebax 11, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Tirkiyê balyozê Swîsê vexwend

Tirkiyê wek itiraza li hemberî hevkariya Swîsê tev Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), balyozê vî welatî vexwend.

Li gorî rapora  Daily Sabah'ê, Tirkiyê roja Sêşemiyê wek itiraza li dijî vekirina ofîsa hevpar a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Jenevê, balyozê Swîsê li Enqerê vexwend.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêştir ragihandibû ku dê ofîsekê li Swîsê veke da ku Peywendiyên xwe tev welatên Yekîtiya Ewropayê berfireh bike."

Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand:

"Bi vekirina ofîsa xwedêbergiravî nûnertiyê ya ser bi du koman bi navê 'Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê' li Swîsê, me balyozê vî welatî vexwende wezareta xwe ya hundir da ku itiraza xwe ragihînin û şiroveyan jê bixwazin."

 

Serepeyv