Tebax 08, 2021 17:30 Asia/Tehran
  • Cûreya Delta ya Koronayê li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê zêde belav dibe

Cûreya vîrûsa Deltayê ya Koronayê li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê ku piraniya nişteciyên wan kurd in her diçe belavtir dibe. Pizîşkekî Pispor dibêje, Tirkiye niha di nav pêla çaremîn de ye.

Li gor bajarên Tirkiyê, li bajarên li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê rêjeya wergirtina welatiyan a vaksînê kêm e. Di serî de Riha, Mêrdîn, Mûş, Diyarbekir û Çawlîg tên. Herwiha rêjeya pêketiyan jî li heman bajaran zêde ye.

Li gor agahiyan, du qatên nexweşxana Çewlîgê ji bo nexweşên Koronayê hatine veqetandin û rêjeya tijîbûna nexweşxanan sedî heştî derbas kiriye.

Li aliyê din, pizîşkê Pispor; Prof. Dr. Îsmaîl Cînel da xuyakirin, niha li Tirkiye û bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê wê pêla çaremîn heye û sedî 59 ê nexweşên giran, ji kesên vaksîn wernegirtine pêk tên.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Gihandinê yê Brîtanyayê Grant Shapps da xuyakirin, Tirkiye datayên Koronayê li gor pîvanên navneteweyî tomar nake, ji ber vê ji lîsta sor naye derxistin.

Serepeyv