Tebax 06, 2021 10:05 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 108 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di roja pêncşemê 5 Tebaxê de 108 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan û zêde ji 24 hezar kes jî pê ketin.

Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand, di 24 saetêên borî yên roja pêncşemê 5 tebaxê de 24 hezar û 297 kes bi Koronayê ketine û 6 hezar û 636 pêketî jî baş bûne.

Vê wezaretê her wiha da zanîn ku ji duhî de 108 kes bi Koronayê can dan.

Ji despêka belavbûna nexweşiya Koronayê li Tirkiyê heya duh pêncşemê 5 Tebaxa 2021 li vî welatî 5 milyon û 846 hezar û 784 kes bi vê nexweşiyê ketine û 51 hezar û 875 kes bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Di van rojên dawiyê de dîsa jimara pêketiyên Koronayê û mirina ji ber vê vîrusê li Tirkiyê zêde bûye.

Di vê navberê de, li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê; Heya niha, 5 mîlyon 484 hezar û 821 nexweşên koronayê li welêt baş bûne.

Serepeyv