Tebax 05, 2021 10:09 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 13 milyon kes weke ‘gumanbar’ hatine tomarkirin

Li gorî Wezareta Dadê di sala 2020î de li Tirkiyê 13 milyon kes weke ‘gumanbar’, 4 milyon kes jî weke tawanbar hatine darizandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Amarên fermî yên ku ji hêla Wezareta Dadê ve hatine belavkirin careke din sîstema dadwerî ya Tirkiye dike armanca rexneyên giran li derve û navxwe.

Li gor nêrîna derdorên cihê, dadwerî bi temamî bûye gefek li ser opozisyonê û edalet têk çûye.

Parêzer Veysel Ok, Serokê MLSA, dibêje, “Nifûsa Tirkiye eger 80 milyon be, 13 milyon gumanbar tê wê wateyê ku ji 4 paran pareke xelkê hatine darizandin. Ew wê yekê eşkere dike ku qanûna dijeterorê bi awayekî gelekî berfireh kar dike. Ew nîşaneya wê yekê ye ku li Tirkiye aştî û aramiya civakê nemaye. Hemû fikrên ku opozisyon bin li hember desthilatê, bi hinceta ‘terorê’ têne tawanbarkirin. Ev wêneyê têkçûna dadweriyê ye. Bi qasî welatekî Ewropa xelk hatiye darizandin. Ew li tu cihekî din ê cîhanê nîn e.”

Wezareta Dadê di amarên xwe de radigihîne ku bi giştî 3 milyon û 357 hezar doz hatine encamdan. Di dawiya van de jî milyonek û 541 hezar 870 kesan ceza wergirtine. Herwiha 488 hezar kesan jî beraat kirine. Li hêla din 10 milyon kesan jî weke mexdûr û midaxil di wan dosyayên hatine vekirin de cih girtine.

Cûma İçten, Parlementerê berê yê Komisyona Mafên Mirovan, “Eger em karibin sîstema dadwerî bi rê û rêbazên liyaqetê saz bikin, em ê wê demê karibin xelkê jî bigihînin bextewariyê û dadweriyê, hiqûq û darizandinê jî ji bin bandora siyasetê derxin. Ya rast amarên Wezareta Dadê nîşan didin ku dadwerî li nava Tirkiye çawa hatiye binpêkirin. Bingeha hemû kêşeyên heyî nebûna hiqûqê ye. Dema dadger, dozger di bin guvaşa siyasetê de bin wê welat jî têkeve vê rewşê.”

Di nava van dozên ku hatine vekirin de 6 hezar û 551 doz bi qanûna dijeterorê hatine meşandin. Hejmara dozên ku bi hinceta destdirêjiya li hember zarokan hatine vekirin jî 15 hezar in.

Herwiha 209 hezar zarok jî bi tawanên cihê ketine ber dozan. Li gor wezareta navborî di nava van dozan de rêjeya beraatkirinê herî zêde di dozên dijeterorê de ye.

Serepeyv