UNESCOyê derbarê mizgevta Ayasofyayê de hişyarî da Tirkiyê
Duh salek di ser guherîna Ayasofyayê re derbas bû, Kenîseya kevnar a Stenbolê ku ji muzexaneyê bû mizgeft, ku di sala 1985an de ketibû lîsteya mîratên kultûrî yê UNESCOyê. Komîteya Mîratên Kultûrî ya UNESCOyê hişyariyê dide Tirkiyê û daxwaz dike heta 1ê Sibata 2022an raportekê derbarê wan guhertinan pêşkêşî komîteya wan bike, ku di mizgefta Ayasofyayê de kiriye.
Elî Erba, Serokê Karûbarê Olî yê Tirkiyê (Diyanet), dibêje, “Nimêjkirin bi dengê zarokekî li Ayasofyayê zêde xweş e, baş e. Bi saya Xwedê di her demeke nimêjê de dengê zarok dibe, bo cîranên xwe behis bikin, daku mizgeftên me,cemaeta me bê xort û zarok nebin.”
Piştî nêzîka 86 salan, roja 24ê Temûza 2020ê bi amadebûna serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan , yekem nimêja înê li mizgefta Ayasofyayê hate kirin.
Li ser asta navdewletî çend welatan rexne li biryarê girtin, û li nav Tirkiyê jî hijmareke partiyên opozisyonê ev pêngava desthilatê red kirin, û bi çêkirina tevlîheviyê ew yek binav kirin, lê guherîna Ayasofyayê bo mizgeftê kelecanek xist nava piraniya misilmanên Tirkiyê.
Mihemed Eken, welatî, dibêje, “Em ji Almanyayê hatine. Ez xelkê Konyayê me. Ez ligel hevjîna xwe hatime vê derê. Demeke zêde bû ku em çavrêyî vekirina vê mizgeftê bûn, baş bû ku berî salekê ji niha ve hatiye vekirin. Îsal jî di salroja vekirina wê de, me lê nimêj kir.”
Kenîseya kevnar a Ayasofyayê di sala 532ên Zayînî de ji aliyê Bîzîntiyan ve hatiye çêkirin. Di sala 1453an de ji aliyê Usmaniyan ve bû mizgeft, û di sala 1935an de bi îmzeya Mistefa Kemal Etaturk bû mozexane. Piştî nêzîka 86 salan caereke din wek mizgeftê deriyên wê hatine vekirin. Piştî derbasbûna mehekê hevawayê Ayasofyayê her li Stenbolê mozexaneya Karye jî bo mizgeftê hate gihertin, ku di bingehê de kenîseyeke Ortoduksî Mesîhî bû.