Hewl tê dayîn Şîrwan wek bajarê neteweyî yê Çêkirina Dutarê were tomarkirin
Mijdar 18, 2025 18:32 Asia/Tehran
Meryem Celalî Alîkarê Wezîrê Mîrata Çandî di serdana xwe ya Xorasana Bakûr da bi gotina vêya ku pêşeyên destî ji nav malbatan rabûye û koka wê di dîrok û hikmeta îranî da ye, got: Em hewl didin Şîrwanê wek bajarê neteweyî yê Çêkirina Dutarê tomar bikin.
Meryem Celalî vekolandina pêvajoya tomarkirina Çêkirina Dutarê wek bernameyeke herî giring a vê serdanê zanî û got: Me kiryarên seretayî yên têkildarî tomarkirina Çêkirina Dutarê pêk anîne û hewl didin dosye were temamkirin da ku Şîrwan wek Bajarê Neteweyî yê Çêkirina Dutarê were tomarkirin. Ev tomarkirin dikare potensiyêlên xwecihî yên Şîrwanê di asta neteweyî û navneteweyî da berçavtir bike.