Tîrmeh 22, 2021 12:28 Asia/Tehran
  •  Li Enqerê êrîşî malbateke Kurd kirin: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Altindag a Enqereya paytexta Tirkiyê malbateke Kurd rastî êrîşekê hat.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, malbateke Kurd ji ber ku li ser erdê xaniyê wan paşmahiyên qurbanê mane, bertek li kesên ku qurbanê serjê kirine nîşan dane û ji ber vê bertekê êrîşî wanhatiye kirin.

Di destpêka bûyerê de endamekî malbata Kurd rastî êrîşa bi bivir hatiye û piştre bi çekan êrîşî wî kirine û ew birîndar kirine.

Ji heman malbata Kurd 3 kesên din jî rastî êrîşê hatine û birîndar bûne. Hat ragihandin ku ji wan 4 birîndaran rewşa 2 kesan giran e.

Kesên ku birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û ji bo 2 kesên ku bi giranî birîndar bûne, dest bi neştergeriyê hatiye kirin.

Halit Boztaş ku di êrîşê de 3 kurên wî birîndar bûn ragihand; du car êrîş li wan hatine kirin û cara duyem nêzîkî 150 kes di êrîşê de cih girtine.

Boztaş diyar dike ku li wî bajarî bi salan e rastî êrîşên devkî û gefan tên.

 

 

Serepeyv