Tîrmeh 21, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Sefera Erdogan ya Qibrisa Bakur û hedefê wî ji vê seferê

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku duh serdana Qibrisa Bakur kiribû û bi gotina wî bi xwe, ew ê li wir mizgîniyekê ragihîne.  Vê gotina Erdogan, nîgeraniya Komara Qibrisê ya Yunanînişîn û beşek ji berpirsên Ewropa û Amerîkayê li pey xwe anî.

Erdogan li gel şandeke pilebilind a hikûmeta xwe û Serokê Giştî yê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî, 2 rojan li Qibris dimînin.

Serdana Erdogan bo beşa bakurê nîvgirava Qibirsê di demekê de ye, ku îsal 38mîn salvegera dagirkirina wî parçeyê Qibrisê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve di sala 1974an de ye.

Erdogan roja Şemî 17ê Tîrmehê li bajarê kurdî yê Erziromê yê rojhilatê Tirkiyê derbarê serdana xwe ya bo Qibrisê de ragihand, “Roja Duşemê, her weke hûn dizanin em serdana Qibrisê dikin. Bi şandeke mezin serdanê dikin. Di yekem roj de, li parlementa Qibrisa Bakur gotara me heye. Li wê derê li parlementyê mizgîniyekê didim. Şaş e eger aniha besha wê bikim.”

Tê çaverêkirin, Erdogan mizgîniya vekirina Kenarên Varoşa bi fermî ragihîne, ku ji sala 1974an ve hatine valakirin. Herwiha dirustkirina pêwendiyên dîplomasî di navbera Azerbaycan û Komara Tirk a Bakurê Qibirsê, egereke din e.

Erdogan herwiha diyar kir, “Li Qibrisa Bakur hevdem ligel dîdara du bi du û dîdara şandan, em dê gelek projeyan bixine xizmetê.”

Ev yek di demekê de ye, aniha Qubirsa Bakur, tenê li cem parlementa Tirkiyê, weke dewleteke serbixwe tê naskirin û hikûmeta Tirkiyê bi xwe jî wê weke dewlet nas nake.

Qibrisa Bakur bi tevayî pişta xwe bi Enqereyê girêdide.

Ersîn Tatar, Serokê Qibrisa Bakur, 6ê vê mehê di serdanekê de bo bajarê kurdî yê Amedê li başûrê rojhilatê Tirkiyê û di dema civîna xwe de ligel serbazên dêrîn, behsa piştgiriya Enqerê ji bo Qibrisa Bakur kir.

Ersîn Tatar di vê civînê de got, “Piştî ku bi piştgiriya Enqerê, weke serok hatim hilbijartin, êdî siyaseteke nû û nerîneke nû heye. Eger li Qubirsê bigihêjin rêkeftinê, ew dê li ser binemaya du dewletên wekhev û hevta be. Em hewl didin vê çarenivîsê ji bo Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê û hemû aliyên beramber behs bikin. Dosyeya Qubirsê dosyeyeke hevbeş a navbera me û Komara Tirkiyê ye.”

Tirkiye dixwaze çarseriya du dewletî ji bo Qibrisê cîbicî bike, lê ev pêşniyar ji aliyê Komara Qibrisê û Yekîtiya Ewropayê ve hatiye redkirin.

Serepeyv