Îlon 18, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • Xezze- Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da, 79 filistînî hatin şehîdkirin û 288 kes jî hatin birîndarkirin.

Li navendên parvekirina xwarekê jî 9 filistînî hatin şehîdkirin û 33 kes jî birîndar bûn u bi vî awayî hejmara şehîdên bi navê Parîyekî Nîn rabû 2 hezar û 513 kesî. Hejmara giştî ya şehîdan ji destpêka şêr va jî rabû 65 hezar û 141 kesî.

Nivîsgeha Mafên merivan a NY li Filistîna Dagirbûyî jî ragihand ku ji destpêka şêrr va heta nika 75 filistînî di zîndanên Rejîma Sîyonîst da hatine şehîdkirin. Ji hêla din va Mihemed Sewalihî rojnamevanê filistînî di encama êrişa cêtên Rejîma Sîyonîst ser Nexweşxana Şifayê da hat şehîdkirin û hejmara şehîdên nûçegîhan jî rabû 250 kesî. 

Wek berteka himber van cinayetên Rejîma Sîyonîst, Tabûrên Micahidîn ên Filistînê tankeke Merkava ya vê rejîmê têk birin. Di encama teqîna bombeya bidestçêkirî da li başûra Zîvala Xezzeyê, 4 leşkerên sîyonîst hatin kuştin û 8 leşker jî hatin birîndarkirin. 

Serepeyv