Iraqçî: Îranê sozên xwe pêk anîne, nika dora Ewrûpayê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Wezîrên karên Derve yên Alman, Fransa û Ingilîsê û Berpirsa Sîyaseta Derve ya YEyê di peywendîyeke telefonî da derbara dosîya navokî û rakirina boykotên zalimane dijî Îranê da gotûbêj kirin.
Seyîd Ebbas Iraqçî di vê peywendîya telefonî da amajeyî helwesta isûlî ya Îranê ya girîngatîya parastina atmosfera gotûbêj û dîplomasîyê ji bo giritna pêşîya gurrbûna gêreyan kir û pêngava wan sê welatên ewrûpî ji bo vegerandina boykotên ibtalbûyî yên Konseya Emnî bêyî bingeheke qanûnî û mentiqî zanî û got: Îran ji bo rêçareya dadmendane û hevseng ku berjewendîyên her du alîyan garantî bike, aamde ye u bidestxistina vê armancê jî hewcedarê helwesteek berpirsane û serbixwe ya her sê welatên ewrûpî û neketina ber bayê wan akterana ye ku ti qîmetekê nadin dîplomasîyê û qirarên u isûlên mafên navdewletî. Di vê gotûbêjê da alîyên beşdar nêrîn û pêşnîyarên xwe ji bo domandian dîplomasîyê hilêxistin.