Îlon 19, 2025 15:08 Asia/Tehran
  • Waşîngtonê boykotên dijî 'Nuceba'ya Iraqê bi awayekî bêmînak zêdetir kirin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku zexta xwe ya boykotan li dijî Tevgera Nucebayê ya Iraqê bi awayekî bêmînak zêdetir kiriye.

Ofîsa Medyayî ya Tevgera Nucebayê li Komara Îslamî ya Îranê ragihand, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amaje bi îdiaya xwe ya guhertina siyaseta tembîkirinê ya vî welatî li dijî 'Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê' li Iraqê kiriye û navê wê ji lîsteya boykotên darayî û aborî ya SDGT'ê bo rewşa FTO'ê ku dûhatên ewlehî û sizayî dihewîne, guherandiye.

Li gorî îdiayên Amerîkayê, dabeşkirina nû vê tevgerê wek rêxistineke derveyî ya ku gefê li ewlehî û berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên wî welatî ji wan Rejîma Siyonîst dixwe, dide naskirin.

Dûhatên vê biryarê, naskirin wek tawanbar û piştre jî şopandina qanûnî dijî wan kes û saziyan e ku bi her awayî piştgiriyê didin Tevgera Nucebayê yan komên din ên berxwedanê yên iraqî.

Li gorî îdiayên Waşîngtonê, ev pêngav amûrê herî bihêz ê dîplomatîk li rûbirûbûna digel tiştê ku wek 'Gefên cidî li dijî ewlehîya cîhanî' şirove dike, ye û peyameke vê kiryarê ji bo Tevgera Nucebayê heye ku ji niha û şûn da wek rêxistinek ku gefeke rasterast li dijî ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê ye, dê ligel wê rûbirû bibin û dê tu parêzbendiyek ji bo endam û hevpeymaên wê li hember şopandina qanûnî û boykotan tunebe.

Serepeyv