Fransa- Destpêbûna nerazîbûn û grevên seranserî
Îlon 18, 2025 18:26 Asia/Tehran
Li Fransayê bi sedan hezar kes bi nîşana nerazîbûna himber kêmkirina destmiza malnişînan û xizmetên giştî dest bi xwenîşandanê kirin.
Ev xwenîşandana ku bi beşdarîya 800 hezar kesî hat lidarxistin bûb sedema asêbûna hatin û çûyîna li dibistanan, pergala tranzîtê û nexweşxaneyan. Ev xwenîşandan piştî wê dest pê bû ku yekitîyên curbicur neyartîya himber kêmkirina bûca giştî nîşan dan û xwestin ku destmiz û miaşên malnişînan û xizmetên giştî neyên kêmkirin. Hêzên polîs jî ji bo belavkriina nerazîyan gaza rondikîner bi kar anîn û nêzî 100 kes jî desteser kirin.