Tîrmeh 19, 2021 20:06 Asia/Tehran
  • Bêkarî li Tirkiyê zêde bûye ji aliyê din ve bihaya kelupelan jî bilind bûye

Beriya Cejna Qurbanê li Tirkiyê dîsa hem firoşkar hem jî xelk gilî gazindeyan dikin. Tevî ku ki nav bazaran hinek qelebalixî hebe jî lê kar gelek kêm e, li gorî firoşkaran wan bihayê kelûpelan gelek zêde nekiriye lê ji ber ku xelkî pere nîne ji ber erzan jî be xelk nikare pêdiviyên xwe dabîn bike. 

Beriya Cejna Qurbanê li bazarên Enqerê li gorî rojên borî qelabalixî hinek din zêdetir bûye. Kesên ku serdana bazarê dikin zêdetir amadekariyê ji bo cejnê dikin û herî zêde jî kelûpelên xwarinê dikirin. Lê li gorî amarên fermî yên ji aliyê saziya danayan ve hatine belavkirin tenê di nava mehekê bihayê xwarinê li Tirkiyê  ji sedî 19.99 bilind bûye.

Firoşkar Erhan Akbenlî dibêje: “Em amadekariya xwe dikin, bi rastî li Tirkiye bihabûn gellek zêde bûye. bes dîsa jî bazar û kar heye , xelkê me kurdên Haymana zor kar dikin. Eger qiyasî cejna borî bikeyn, hemû kelûpel weke hev bilind nebûne, hinek ji sedî 100 hinek ji sedî 40 bilind bûne.” 

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî beriya cejna qurbanê di raporekê derbarê rewşa bazaran de belav kir li gorî rapora CHPê li nav bazaran di nava salekê de  bihayê rûn ji sedî 58, bihayê hêkan ji sedî 46 , bihayê nan  ji sedî 19, bihayê birinc ji sedî 19 bihayê goştî ji sedî 28 bihayê şekerê ji sedî 15 biilnd bûye. Li bazarên Enqerê kîloyê goştê berxa 85 goştê golika 77 goştê mî û bizanan 58 heta 60 lîre goştê mîraşka 18 heta 20 lîre ye.

Qesab Metin Akrahan jî got: “Ji ber corona û çend sedemên din bihayê goşt ji sedî 15 heta ji sedî 20 zêde bûye. biha bilind bûn lê xelkî pere tine.”

Li hemberî vê bihabûna kelûpelan li Tirkiyê bê karî jî zêde bûye, ji aliyê din ve yên ku dixebitin jî destmiz û heqê karê wan jî zêde nebûye. 

Serepeyv