Li Diyarbekrê erdhej qewimî
Tîrmeh 16, 2021 17:37 Asia/Tehran
Li bajarê Diyarbekrê yê Tirkiyê erdhej çêbû.
Li navçeya Erxenî ya Diyarbekrê ya Tirkiyê bi hêza 4 pile erdhej çêbû.
Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku di demjimêr 11:44an de li navçeya Erxenî ya Diyarbekrê bi pileya 4 erdhej qewimî.
Hat ragihandin ku erdhej 13,80 kîlometre di bin erdê de çêbûye.