Amadekirina projeya boriya veguhestina gaza Tirkiyê bo Nexciwanê
Operasiyona çêkirina boriya veguhestina gaza Tirkiyê bo Nexciwanê li beşa Tirkiyê bi dawî bû.
Li gorî rapora Aran Newsê, Rojnameya Yenî Musavatê di nivîsarekê bi qelema Elşad Paşasoy bi sernavê "Ber bi Zengezûra Rojava" da nivîsî: Di hevdîtina Fatih Donmez wezîrê Enêrjî û çavkaniyên sirûştî yê Tirkiyê û Pervîz Şehbazov hevpîşeyê wî li Komara Azerbaycanê ev proje hatiye wajokirin.
Li gorî vê raporê, Ev borî di halekî da li Tirkiyê qonaxên xwe yên dawî derbas dike ku li benda pesendkirinê li Komara Azerbaycanê ye û di demeke kurt piştî pesendkirina ji aliyê kompaniya dewletê ya petrolê ya Komara Azerbaycanê dê xebata xwe dest pê bike.
Medyayên dewletî li Tirkiyê hewil didin ku projeya veguhestina gazê wek projeyeka girîng û binirx jibo du welatan bidin nasandin, di halekî da ku hinek bibawer in ku vê projeyê xerc û mesrefeke zêde heye û ji hêla aborî va ne li ser xêra Komara Azerbaycanê ye.