Tîrmeh 02, 2021 09:12 Asia/Tehran
  • Tirkiye;  Li Semsûrê goreke hezar salî hat dîtin

Li Semsûra Tirkiyê di encama vekolînan de goristanek û îskeletekî mirovan hatin dîtin ku dîroka wan vedigere bo hezar sal berî niha.

Li bajarê Antîk Perre ku dikeve nav sînorê gundê Pîrîn ê li parêzgeha Semsûra Tirkiyê, xebatên lêgerîn û vekolînê berdewam in.

Antîk Perre yek ji wan 5 bajarên dîrokî yên Împaratoriya Kommege bûye û li wê devera ku berî niha ketibû bin parastina dewletê, berî 40 rojan xebatên arkeolojîk destpê kiribûn.

Di çarçova wan lêgerîn û vekolînan de duh keşfeke din a girîng hat kirin û goristaneke dîrokî li gel îskeletekî hat peydakirin.

 Rêveberê Muzexaneya Semsûrê Mehmet Alkan derbarê mijarê de ragihand ku wan li aliyê bakur û rojavayê `Kaniya Roma`yê xebatên xwe birêve birin û diyar kir, “Sosret e ku em rastî goreke wiha hatin li vê herêmê.”

Mehmet Alkan got, “Îskeletek jî hat dîtin. Ev îskelet bi awayê bi aliyên rojhilat-rojava li ser piştê dirêjkirî hat dîtin. Di nava gorê de wek diyarî bo kesê mirî, cerek jî hat dîtin. Ji vî cerî jî em dibînin ku ev gor ji serdema Bîzansê wate xwedî dîrokeke hezar salî ye.”
Rêveberê Muzexaneya Semsûrê tekez jî kir ku xebatên wan ên arkeolojîk bê navber berdewam in û ew dê derdora `Kaniya Roma` ya li bajarê Antîk Perre bi temamî derxînin holê.

Serepeyv