Hezîran 19, 2021 08:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye - 72 saziyên sivîl êrîşa li dijî HDPê şermezar kirin

Di serî de baroyên deverên kurdnişîn, 72 Baroyan derbarê êrîşa li dijî Pertiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek hevpar belav kirin û tê de ew êrîş şermezar kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê,72 Baroyan derbarê êrîşa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) ya li Îzmîrê ku di encam de endama  partiyê Deniz poyrazê canê xwe ji dest dabû,

daxuyaniyek hevpar belav kirin. Baroyan di daxuyaniya xwe de ew êrîş şermezar kirin û gotin “Divê aliyên tarî ku destên wan di vê êrîşê de hene bên eşkere kirin."

Di wê daxuyaniya hevpar de serokên 72 baroyan wiha gotin: “17 Hezîrana 2021an di êrîşa çekdarî ya li ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de welatiyek me hatiye kuştin. Ev êrîş li dijî yekitiya me ya civakî, demokrasî û aşitiya welatê me hatiye kirin. Parastina mafê jiyanê ya kesên ku karûbarên siyasetê dikin erkê dewletê yê mecburî ye û nabe vî erkî tu caran bi cih bihêle. Herî dawî bi kuştina keça kedkarekê avahiya HDPê ya Îzmîrê Deniz Poyraz, nîgeraniya me ya li ser yekitiya civakî û rakêşana welat bo nav tundûtîjiyê zêde dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de baroyan erîş şermezar kir û ragihand: “Em vê êrîşa li dijî yekitî û çanda me ya bi hev re jiyanê şermezar dikin. Em ji bo Deniz Poyraz a ku di wê êrîşê de canê xwe ji dest daye,  ji xwedê dilovaniyê dixwazin û sersaxiyê li malbatê dikin.”

Beşek ji wan baroyan, ji baroyên Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Agirî, Dêrsim, Semsûr Şirnex, Qers yên deverên kurdnişîn û baroyên Edene, Enqere Bursa, Stenbol û Îzmîr yên Tirkiyê pêk tên.

 

Serepeyv