Hezîran 06, 2021 23:37 Asia/Tehran
  • Sê leşkerên Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku sê leşkerên Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnimê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku sê leşker wê di êrişa roketî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li devera Operasyona Çiqilê Zeytûnê li bakurê Sûriyê hatin kuştin.

Operasyona artêşa Tirkiyê a ji bo dagirkirina herêm û bajarê Efrînê ku navê Operasyona Çiqilê Zeytûnê lê kiriye, di sala 2018an de ji hêla arteşa Tirkiyê û terorîstê lê girêdayî ve hatibû kirin. Ev êrişa dagirkerî li dijî çeperên komên Kurdî hate kirin, di nav wan de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) li Herêma Kurdistana Sûriyê, li derdora bajarê Efrînê pêk hat. Ev desdirêjî û êrîşa dagirkerî li kûrahiya axa Sûriyê bû sedema bertekên tund ji aliyê Şamê û xelkê Sûriyê a, lê piştî 3 salan, hêzên Tirk û çeteyên wê hîn jî li bakurê Sûriyê ne.

Serepeyv