Karzanên berevaniyê yên Rûsiyê ji Enqerê vegeriyan
Hezîran 03, 2021 11:45 Asia/Tehran
Tirkiyê karanên rûsî yên Pergala berevaniya mûşekî ya S400ê vegerandine Rûsiyê.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Enqerê bi armanca şandina peyama aştiyê bo Amerîkayê, daxwaza derketina karzanên rûsî yên Pergala Berevaniya mûşekî ya S400ê kiirye.
Ev di halekî da ye ku kêşeya li sser pergalên S400ê di navbera Tirkiye û Amerîkayê da ku ji dema serokomartiya Trump va dest pê bû, di serdema Joe Biden jî didomin.