Li Tirkiyê 129 kesên din bi Koronayê mirin
Hezîran 02, 2021 11:51 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 7 hezar û 112 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 129 kes jî bi Koronayê mirine.
Amara Koronayê di roja sêşemê 01.056.2021ê Wede ji aliyê Wezareta Tendirustiya Tirkiyê hat aşkerekirin. Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 7 hezar û 112 berketiyên Koronayê hatine tomarkirin û 129 kes bi Koronayê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 9 hezar û 457 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Heta niha li Tirkiyê 5 milyon û 256 hezar û 516 kes bi Koronayê ketine û 47 hezar û 656 kesa bi Koronayê mirine û 5 milyon û 124 hezar û 81 kes jî ji vîrusê baş bûne.