Hezîran 01, 2021 16:23 Asia/Tehran
  • Tekeziya Tirkiyê ser çareserkirina nakokiyan digel Yûnanê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê daxwaza çareserkirina hemî nakokiyan tev Yûnanê kir.

Li gorî rapora malpera rojnameya Yenî Şefeqê, Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê derve yê Tirkiyê piştî hevdîtina tev rayedarên Atênê got: Me niha bala xwe daye ser çareserkirina nakokiyên ku ji demeke dirêj bi vir va nehatine çareserkirin.

Wî got: Em dixwazin ku ev mijar li gorî rêzgirtina dualî, hevkariyên navneteweyî û cînaretiya baş bên çareserkirin.

Wî her wiha got: Me îro careke din li ser vê mijarê tekez kir ku Tirkiye amade ye bêyî tu pêşmercekê jibo berfirehkirina pêwendiyan di hemî waran da bi Yûnanê ra gotûbêj bike.

 

Serepeyv