Hûrgiliyên reşnivîsa qanûna partiyên siyasî ya AKPê
Komisyona Qanûna Partiyên Sîyasî û Yasaya Hilbijartinê ya AKPê karê xwe temam kirin û wê bo Lijneya Rêveberiya Navendî bê pêşkêşkirin.
Komisyonê bi serpereştiya Alikarê Serokê Karên Sîyasî û Hiqûqî Hayatî Yazici karê xwe yê di derbarê serrastkirin û guhertina Qanûna Partiyên Sîyasî û Qanûna Hilbijartinê de temam kir.
Li gorî zanyariyan piştî erêkirina Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wê reşnivîs bo Partiya Gel a Komarparêz(CHP) û partiya Netewperest a MHPê û partiyên sîyasî yên din re jî bê şandin.
Tê gotin ku di beşa guhertinên sîstema hilbijartinê de, sîstema herêman, daxistina benda hilbijartinê û şert û mercên wergirtina alîkariya xezînê cih digrin.
-Pêşniyar ew e ku benda hilbijartinê ji sedî 10 dakeve ji sedî 7 û eger MHP qebûl bike dakeve ji sedî 5.
-Ji bo rê li ber wê yekê bigrin ku parlamenterên partiyekê derbasî partiyeke din dibin û grubê ava bikin, pêşniyar kirine ku partiyên sîyasî ên ku herî kêm 20 parlamenterên wan hebin, karibin grubê ava bikin. Lê piştî hilbijartinê ji partiyê îstîfa bikin û derbasî partiyeke din bibin, hejmara wan 20 kes jî bibe ew grup nayên qebûlkirin.
-Ji bo partiyek karibe beşdarî hilbijartinan bibe, divê herî kêm li nîvê parêzgehên Tirkiyê, 6 mehan beriya roja dengdanê rêkxistinên xwe ava kiribe û kongreya xwe lidar xistibe.
-Li gorî `herêmên biçûkirî` her herêmeke hilbijartinê dikare 7 parlamenteran derxîne. Lê li gorî şîrovegeran, ev yek ji bo partiyên ku dengên wan zêde ne weke AKP û CHPê xaleke erênî ye û wê karibin parlamenterên zêdetir derxînin. Ji ber vê yekê jî dibe ku MHPê wê qebûl neke.
-Ji bo wergirtina alîkariya xezîneyê jî, weke niha partiyên ku ji sedî 3ê dengan dibin, divê alîkariya xezînê wergirin an jî rêjeya wê bi rêjeya benda hilbijartinê re were girêdan. Ev jî piştî gotûbêja li gel MHPê zelal dibe.