Hêzên çekdar ên Tirkiyê êrîşî ser gundê kurdnişîn ê Şêxana Wanê kir
May 28, 2021 20:13 Asia/Tehran
Hêzên çekdar ên Tirkiyê êrîşî ser gundiyên Şêxana Wanê ku li dijî avakirina madenê li gundê xwe li ber xwe didan, kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Gundiyên Şêxanê li navçeya Gûrpînara parêzgeha Wanê di halekî da ku li dijî vedana Madenê li gundê xwe li ber xwe ddian, ketin ber êrîşa çekdarên Tirkiyê.
Serokê Kompaniyê hevrê digel 200 leşkeran çûne vîgundî.
Gunekî ku nexwest navê xwe wî were aşkirakirin ji nûçegihanan ra got: Ev sê sal in ku dixwazin li vê navçeyê madenê vekin û em li ber xwe didin. Ewna bi leşker û makîneyên mezin hatin û wan depoyîn me xxerab kirin. Me li ber xwe da û gulle ber bi me va reşandin. Em li vir madena kêvir naxwazin. Heke ev kar were kirin, êdî em ê nekarin li vir bijîn. Em ê tu wextî destûra vî karî nedin.