May 28, 2021 10:53 Asia/Tehran
  •  Jineke Dêrsimî li Hollendayê bû Wezîra Dewletê yê Karûbarên Aborî û keşûhewayê

Parlamentera Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) Dîlan Yeşîlgoz a Kurd li Hollendayê bû Wezîra Dewletê yê Karûbarên Aborî û keşûhewayê.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Ji ber nexweşiya sendromekî ya "Bastiaan van 't Wout" dê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius erka wî ya wezîrtiyê bigre ser milên xwe.

Dîlan Yeşîlgoz a ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, di hilbijartinên sala 2017an de di rêza 19mîn kete parlamentoya Hollendayê û di Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) de gelek bi bandor e.

Di hilbijartina dawî ya Hollendayêde derket rêza 5emîn û ji bo kabîneyeke din navê wê ji bo wezîrtiyê derbas dibû.

Dîlan Yeşilgöz di van salên dawî de bi giranî li ser wekhevî û dadê sekinî.

Dîlan Yeşîlgoz a ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye di sala 1977an de li paytexta Tirkiyê Enqerê ji dayîk bû û  di biçûkatiya xwe de bi malbata xwe re koçî Hollendayê kir.

 

Serepeyv