May 23, 2021 23:17 Asia/Tehran
  • Dadgeha temyîzê biryarên beraetê yên bersûcên doza JÎTEMê hilweşand

Biryara beraetê ya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Enqerê ve ji bo 18 bersûcan ku di nav de Mehmet Agar û Korkut Eken heye hatibû dayîn, ji aliyê 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqerê ve hat betalkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqerê, di doza JÎTEMê ya Enqerê de biryar da ku Mehmet Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin. Biryara beraetê ya bergumanên ku tê îdiakirin di salên 1990an de destê wan di kuştina 19 kesan de heye  hat hilweşandin.

Dadgeha temyîzê biryarên beraetê yên bersûcên doza JÎTEMê, ku di nav wan de Wezîrê Navxweyî yê berê Mehmet Agar û Korkut Eken jî heye, hilweşand. Agar û bersûcên din dê cardin werin darizandin.

Di biryarê de ameje bi wê yekê hate kirin ku di asta pêwîst de lêkolîn li ser delîlên hene nehate kirin, hate zanîn ku îdianamê derbarê kuştina Hikmet Babataş de nehate zelalkirin û derbarê kuştina wî de ti hikum nehate dayîn.

Herwiha di biryarê de, hate diyar kirin ku gelo îfadeya bersûc Ayhan Çark, ligel delîlên din hate berewardkirin û gotinên wî bi bûyer û cihê bûyerê hevgirtî ne an na.

Doza JÎTEMê ya têkildarî kuştin û windakirina 19 kesên ku di salên 1993-1996an de rû dabû, di 13ê Kanûna 2019an de li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hatibû dîtin.

Dadgehê wê demê biryara beraetê dabû. Di nav kuştiyan de karsazên Kurd ên wek Savaş Buldan û Behçet Canturk jî hebûn.

Serepeyv