May 23, 2021 17:31 Asia/Tehran
  • Qedr û qîmeta Erdogan di nav gelên Tirkiyê her diçe kêmtir dibe

Li gor anketên nû yên çend şirîketên bawerpêkirî serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li hemberî reqîb û rikeberên xwe yên wekî şaredarên Stenbol û enqerê pareke mezin û ber bi çav ji dengên xwe winda kirine û şanseke wî ji bo serketina li hilbijartinên serokomariyê nemaye.

Li gor ajansa Tesnîm a Îranê, îirîketa Anketan a MetroPOLL ku di nav Tirkiyê de gelek bi hitbar û bawerpêkirî ye vê dawiyê bi telefonê ji 1752 kesan ji çînûqatên curbicur ên gelên Tirkiyê yên di astên curbicure temen û xwendewariyê de derbarê 5 kesayetiyên siyasî yên Tirkiyê bona serketina di hilbijartinên serokomariyê de pirs kirine ku Erdogan bi tenê bi dengeke kêm li hemberî Kemal Kilîçdaroglu dikare serkeve û li hemberê yên din ti şanseke serketinê jê re tine. 

Li gor vê anketê dengên şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şaredarê Enqerê Mansûr Yavaş ji dengên Erdogan gelekê zêde ne û li hemberî wan têk diçe.

Li gor vê raporê AKPê ku deshilata li destê wê de ye van rojan di rewşeke nexweş de ye, ji ber ku hikûmeta ku Erdogan pêşengiya wê dike ti bersiveke zelal ji krîza aborî û pirsgirêkên jiyîna gel re û bi tundî û şidetê nêzîkî rexneker û dijberên xwe dibe.

Erdogan ji bo ku li hilbijartinên pêşerojê serkeve û deshilatê ji dest xwe nede desdavêje her kiryar û taktîkekê û  wan siyasetên wî ne tenê zîyan gihandine gelên Tirkiyê belkî welatê cîhanê bi taybet cînarên Tirkiyê yên wek Sûriye û Iraqê jî ziyanên zav ji ber van siyasetan dîtine.

Serepeyv