May 21, 2021 20:01 Asia/Tehran
  • PKKê: Êrişên li Êlih û Şirnexê karê  hêzên me bû

Li bajarên kurdnişîn ên Şirnex û Êlih li başûrê rojhilatê Tirkiyê şeva derbasbûyî du binkeyên leşkerî bi dronan hatibûn armancgirtin û PKKê îro berpirsyariya wan êrişên esmanî li xwe girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê derbarê êrişên li ser binke û navendên leşkerî yên li Şirnex û Êlihê daxuyanî da.

PKKê di wê daxuyaniyê de berpirsyariya herdu êrişan li xwe girt û ragihand, “Bi awayekî serketî li wan hatiye xistin.”

Di daxuyaniya PKKê de hatiye, “20ê Gulanê saet 23:30 hemwext li Êlihê li Navenda Kontrola ÎHA ya dewleta Tirkiyê û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî pîstên helîkopteran 3 çalakî hatine kirin û Hedefên hatibûn diyarkirin bi îsabet hatin lêdan û çalakî bi serketî pêk hatine.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ragihandibû ku Binkeya Sîstemên Firokeyên Bêfirokevan a li Êlihê û 23emîn Fermandariya Piyade a li Şirnexê bi firokeyên maket hatine armancgirtin “lê bi saya tedbîran ti ziyanek nebûye.”

Lê çavkaniyên xwecihî yên li Şirnex û Êlihê li ser torên civakî belavkiribûn ku li wan navendên leşkerî teqînên bihêz çê bûne û hejmareke zêde ya ambulans û hêzên emnî bo wan deveran hatine veguhastin.

Li aliyê din PKKê derbarê şer û pevçûnên li deverên din de jî zanyarî û amar belav kirin û ragihand ku hêzên wan roja 20ê Gulanê li herêma Metînayê li hêzên Tirkiyê da û di encam de 5 leşker kuştin.

PKKê herwiha ragihandiye ku roja 8ê Gulana îsal di êrişên artêşa Tirkiyê de li qada Deşta Xanê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 şervanên wê jî jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv