Li Dêrsimê ji ber bêhurmetiya polîsan li jinekê, xelkê civînên protestoyê li dar xistin
Li bajarê kurdnişîn ê Dêrsimê li Tirkiyê piştî ku polîsan rê li ber jinekê girtin û bi şêwazekî tund reftar lê kirin, di navbera hemwelatiyan û polîsan de alozî derket. Parêzgariya Dêrsimê jî bona aramkirina xelkê îdia kir ku ew herdu polîs ji kar hatine dûrxistin.
Li gor zanyariyan duh, li meydana Cumhuriyetê ya bajarê kurdnişîn li Tirkiyê polîsan rê li ber jinekê girtin û li gel daxwaza nasnamê ew avêtin erdê û bi demançê gef lê xwarin.
Wê jinê jî li hember vê helwest û reftara tund a polîsan bertek nîşan da û qêr kir, li ser vê yekê hemwelatiyên li derdorê jî nerazîbûn nîşan dan.
Polîsan jî gulle berdan esman bo ku xelkê li deverê belav bikin û hejmareke zêde ya hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin veguhastin.
Parêzgariya Dêrsimê jî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û ji bo aramkirina xelkê îdia kir ku derbarê wan herdu endamên hêzên emnî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û herdu jî ji kar hatine dûrxistin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê bûyer duh saet 16.00 çê bûye û “polîsan ew jin şibandine jineke din a gumanbar û daxwaza nasnamê jê kirine. Lê di navbera wê jinê û herdu polîsan de niqaş derketiye û hemwelatiyên derdorê jî wisa hizir kirine ku bûyereke destdirêjiyê ye û nerazîbûn nîşan dane.”