May 19, 2021 13:28 Asia/Tehran
  • Ermenîstanê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz dijî Tirkiyê vekir

Ermenîstanê ji ber şerê Nagorno-Qerebaxê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doz li dijî Tirkiyê vekir. Hikûmeta Ermenîstanê roja Sêşemê 18ê Gulana 2021ê ji ber hevkarîkirina Tirkiyê bi Komara Azerbaycanê re di şerê Nagorno-Qerebaxê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz dijî Tirkiyê vekir.

Di doznamê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ji ber ku Tirkiyê çek dane hêzên Komara Azerbaycanê mafên mirovan binpê kiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destpêkê biryar dide ka lêkolînê li ser doznameyê bike yan na.

Di dawiya Îlona 2020an de li ser navçeya cihê nakokiyê Nagorno-Qerebaxê şer di navbera Ermenîstan û K. Azerbeycanê destpê kir. Piştî wê operasyona ku artêşa K. Azerbaycanê 27ê Îlona 2020an da destpêkirin û 44 rojan berdewam kir, pênc navendên bajêr, çar qeza û nêzîka 286 gund kontrolkirin.

Roja 10ê Mijdara 2020an Ermenîstan û Azerbaycan bi navbeyniya Rûsyayê rêkeftina rawestandina şer îmze kirin.

Roja 11ê Mijdara 2020an Binkeyê Çavdêriya Hevbeş a Serbazî Tirkî-Rûsî bi rêkeftina wezîrên berevaniyên yên Rûsya û Tirkiyê hat damezrandin.

Roja 17ê heman mehê Parlamenta Tirkiyê daxwaznama şandina hêzên qaşo aştîparêz a Tirkiyê bo karûbarên çavdêrîkirina agirbesta Herêma Qerebaxê bi piraniya dengan pesend kir.

Serepeyv