May 18, 2021 10:21 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê ji sedî 28ê ciwanan ne perwedehiyê dibinîn ne jî kar dikin

Li Tirkiyê Dezgeha Amaran ya Fermî raportek li ser rewşa ciwanên li Tirkiyê belav kir

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Li gorî raportê %15 nifûsa Tirkiyê ji ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 24an de ye pêk tê û %28ê van ciwanan, ne perwerdehiyê dibînîn, ne jî kar dikin.

Raporta Dezgeha Amaran ya Fermî diyar dike ku li Tirkiyê 12 milyon ş 800 hezar ciwan hene û %47 ji wan ciwanan dibêjin “ez keyfxweş im”. Ji sedî 53 ji nifûsa ciwan jî, dibêje ew ji rewşa xwe xweşhal nînin.

Li gorî raporta OECDyê (Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşveçûnê), proseya vîrûsa koronayê bandorên herî demdirêj, li ser jiyana ciwanên ku temenê wan di navbera 15-24ê de ne daye.

Serepeyv