May 18, 2021 10:15 Asia/Tehran
  •  Tirkiye bûye zibilxaneya Ewropayê

Lêkolînek pêşan dide ku welatên Ewropayê rojane bi sedan ton zibil û paşmayên plastîkê diavêjin welatê Tirkiyê. Berpirsekî jîngehî jî dibêje, ev zibil zerarê dighîne jîngeh, aborî û herwiha proseya dubare bikaranînê (Recycling).

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêxistina Greenpeace ku rêxistineke nehikûmî ye û ofîsên wê li 55 welatên cîhanê hene, lêkolîn li ser wan zibil û paşmeyan kiriye ku welatên Ewropayê diavêjin. Di encam de derketiye ku Almanya û Brîtanya ziblên xwe li başûrê Tirkiyê û bi awayekî diyarkirî jî li parêzgeha Edenê diavêjin.

Berpirsê Projeya Biodiversity li Rêxistina Greenpeace bo Rojhilata Navîn Nihan Temiz ku ofîsa wî li Tirkiyê ye dibêje: “Her wek belgenameya nû pêşan dide, anîna zibil û bermayên plastîkî ji Ewropayê bo Tirkiyê gefeke jîngehî ye ne derfeta aborî. Ew zibil û bermayê tê hawirdekirin û nayê kontrolkirin, ji zêdekirina pirsgirêk û astengiyan bo sîstema Recyclinga Tirkiyê zêdetir ti sûdeke wê ya din nîne.”

Li gor raporta Greenpeace û herwiha wan fotoyên hatine belavkirin, marketên Ewropayê bi dûriya 3 hezar kilometre ziblê û bermayên xwe yên li wan cihên keresteyên wan tên firotin diavêjin Tirkiyê. Çend mînak ji wan super marketên ziblê wan digihe Tirkiyê ji EDEKA, Aldi, Lidl û çend markeyên din ên navdar wek NRJ, Em-eukal, Henkel û Hella pêk tên.

Zibil û bermayên Ewropayê li 10 navçeyên parêzgeha Edenê ya başûrê Tirkiyê hatiye dîtin ku li ser cadeyan bi ser hev de kom bûye, yan li nav meydan, kanalîsazyon û nav çeman ketiye ser hev. Li hinek cihan agir berdane zibil û dûkêl ber bi esman bilind bûye.

Di raportê de tê gotin, zibil û bermayên 10 supermarketên Brîtanya bi navên M&S, Lidl, Sainsbury’s û herwiha Tesco bi belge li wan cihan hatine dîtin, wêne û belgename ji aliyê Greenpeace ve hatine tomarkirin, plastîk zerfên kelûpelên Elmanî jî li piraniya navçeyên parêzgeha Edenê hatine dîtin.

Hinek zibil û paşmeyên vê dawiyê hatine avêtin, mask û kelûpelên pizîşkî yên dijî Coronayê di nav wî ziblî de hatine dîtin. Kîmyanas li Ofîsa Greenpeace ya Almanyayê Manfred Santen dibêje: “Dîtina şewitîna plastîka kombûyî li ser cadeyên Tirkiyê cihê nîgeraniyê ye. Divê em avêtina zibilan li nav welatên din rawestînin.”

Manfred Santen got: “Divê hikûmetên welatan destê xwe bavêjin pirsgirêka plastîkên welatên xwe, pêwist e hinardeya zibil û bermayan rawestînin. Zibilê Almanyayê divê li Almanyayê danûstandin ligel bê kirin. Li gor nûçeya herî nû ya li ser vê mijarê, 140 konteynerên tejî zibil ji Almanyayê hatine hawirdekirin û li benderên Tirkiyê hatine avêtin. Manfred dibêje, divê hikûmeta wan di zûtirîn dem de wan zibil û paşmayan paş de vegerîne.

Rapirsiya herî nû ku ji aliyê YouGov ve hatiye belavkirin û Greenpeace di warê darayî de piştgiriya wê dike, dibêje ji sedî 86ê xelkê Brîtanyayê ji hewqasî zêdebûna zibil û bermayên li welatê wan tê berhemanîn nîgeran in, ji sedî 81ê xelkê di wê baweriyê de ne ku divê hikûmet karê zêdetir bi îdarekirina zibil û paşmayan bike, ji sedî 62ê xelkê jî daxwazê ji hikûmeta Brîtanyayê dikin ku hinardekirina zibil û paşmayan bo welatên din rawestîne.

 

 

 

Serepeyv