Encama rapirsînekê; Sedî 99 dixwazin zarokên wan bi kurdî perwerdehî bibînin
Sosyo Polîtîkî bi navê "Ji bilî tirkî zimanên ku li Tirkiyeyê têne bikaranîn û rewşa wan a di nav perwerdehiyê de" û "Dersa Hilbijêr a Di Warê Ziman û Zaravayên Dijî de" du anket amade kirin. Anket di navbera rojên 16-28'ê avrêla 2021'ê de hatine çêkirin.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Xebata yekemîn wekî online ligel 1047 kesên li bajarên wekî Amed, Agirî, Enqere, Antalya, Batman, Bedlîs, Dêrsim, Riha, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Culemêrg, Semsûr, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî û Mêrsînê dijîn hatiye çêkirin.
Anketa duyemîn a li ser dersa hilbijêr jî li 138 mamosteyên li bajarên wekî Amed, Wan, Şirnex, Riha, Culemêrg, Sêrt, Çewlig, Batman, Agirî, Mêrdîn, Stenbol û Kocaelî hatiye çêkirin.
Vane ji anketan hin kîte:
Ji bo anketa pêşî:
SEDANEYA ZARAVA Û ZIMANAN
- Ji beşdaran sedî sedî 86.3 zaravayê wan kurmancî, sedî 10.2 kirmanckî, sedî %0,9 erebî, sedî %0,8 ermenî û sedî 1.8'î jî gotiye zimanê min ê zikmakî tirkî ye.
AXAFTINA LI NAV MALÊ
Li ser pirsa hûn li mal kîjan ziman-zaravayê bi kar tînin sedî %65,3 gotiye kurmancî, %28,9 gotiye tirkî, sedî %5 gotiye kirmanckî.
Yên ku gotine zimanê min erebî ye, ji wan sedî 44.4 gotine em li mal erebî sedî 55.6 gotine em tirkî diaxivin.
Yên ku gotine zimanê min ermenî ye gotine em sedî 50 bi ermenî, sedî 50 bi tirkî diaxivin.
Yên ku gotine zimanê/zaravayê min bi kirmanckî ye gotine sedî 48.6 bi kirmanckî, sedî 43.9 em bi tirkî diaxivin.
Yên ku gotine zimanê/zaravayê min bi kurmancî ye sedî 74.4 gotine li mal em bi kurmancî, sedî 25.6 gotine em bi tirkî diaxivin.
Yên ku gotine zimanê min tirkî ye gotine sedî 15.8 bi kurmancî, sedî 84.2 bi tirkî em xeber didin. (Kompaniya lêkolînê li ser vê gotine îhtîmal e ew bi xwe kurmanc in lê tirkî wekî zimanê xwe yê fermî qebûl dikin loma wisa bersiv dane).
LI KUÇEYÊ AXAFTIN
-Li ser pirsa li kuçeyê, li nav jiyana civakî hûn kîjan zimanê bikar tînin, sedî 57.5 gotiye em tirkî, sedî 40.5 gotiye bi kurmancî em xeber didin. Ji ev kesên ligel wan hatiye axivîn sedî 49.2'yê mêran gotiye em bi tirkî, sedî 48.2 gotiye bi kurmancî. Ji jinan sedî 71.5 gotine em bi tirkî, sedî 27.2 gotine em bi kurmancî xeber didin. Yên ku zimanê xwe wekî kirmanckî dibînin ji wan sedî 71 gtine em li kuçeyan bi tirkî diaxivin.
- Ji beşdaran sedî 53.6 gotine bi zimanê xwe yê zikmakî em hem dikarin biaxivin hem bixwînin, sedî 32.3 gotine em dikarin biaxivin lê nikarin bixwînin.
- Li ser pirsa li nav malê hûn çiqas çalak bi zimanê zikmakî diaxivin ev encam derketiye: Dayik sedî 82.4, bav sedî 82.5, zarokên temen 0-5 sedî 39.6, yên temen 6-11 sedî 37.3, yên 12-17 sedî 40.6, yên 18-24 sedî 49.8, yên 25-34 sedî 61, yên 35-44 sedî 71, yên 45-54 sedî 80, yên 55-64 sedî 87.2, yên bi ser 65'î de sedî 92.7 bi zimanê zikmakî diaxivin.
- L iser pirsa ji bo hînbûna zimanê zikmakî hûn kedê didin sedî 78.6 gotiye erê, sedî 5.9 gotiye na.
DAXWAZ HEBÛ LÊ POL NEHAT VEKIRIN
- Li ser pirsa daxwaza we ya hilbijartina zimanê zikmakî ya di dibistanan de çi encam we bi dest xistiye sedî 44.2 gotiye ligel ku me daxwaz kir jî pol nehat vekirin û sedem jî negotin me. Sedî 21.5 gotiye ligel daxwaza me jî gotine daxwaz hindik e û pol venekirine; tenê sedî 16.3 gotiye li ser daxwaza me pol hatin vekirin.
Yên ku daxwaz nekirine ji wan hatiye pirsîn, sedî 27.9 gotine haya me jê tune bûye ku dikarin dersa hilbijêr hilbijêrin, sedî 18.9 gotiye me daxwaz kiribû nehatibû qebûlkirin loma ne carek din hilnebijart.
SEDÎ 99 ZIMAN DIXWAZIN
- Li ser pirsa hûn dixwazin zarokên we bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin sedî 99.1'î gotiye belê. Her wiha sedî 80 gotiye bi têra xwe dersên ziman û zaravayên dijîn tune ne.
- Li aliyên din sedî 88.1'î gotiye divê em zimanê xwe hînê zarokên xwe bikin, sedî 87.9 gotiye divê ziman bikeve bin ewlehiya zagonî û bibe fermî.
XEBATA LIGEL MAMOSTEYAN
Di xebata din ku ligel 138 mamosteyên li dibistanên cuda dersê didin de jî ev encam derketiye holê:
- Li ser pirsa "Li dibistanên hûn dixebitin çima dersa zimanên dijîn nayê dayîn?" sedî 26.8 gotiye ji ber helwesta îdarî/polîtîk, sedî 16.3 gotiye ji ber di asta dibistana seretayî û lîseyê de ev ders nîn e, sedî 13 gotiye daxwaz tune ye, sedî 11.4 gotiye ji ber pispor/mamoste nîn in, sedî 8.1 gotiye tu agahiya min li ser nîn e, sedî 5.7'î gotiye ji ber îdarekar/malbatên zarokan ditirsin.
- Li ser pirsan di dibistanên we de kîjan ziman û zarava wekî dersa hilbijêr têne dayîn, sedî 77.5 gotiye tu ders nayê dayîn, sedî 11.6 tu bersiv nedaye, sedî 8 gotiye kurdî/kurmancî, sedî 2.2 gotiye kurdî/zirmanckî, sedî 0.7 gotiye bi ermenkî.