Kanûn 03, 2025 18:46 Asia/Tehran
  • Dewleta Bagçelî: Armanc beranberîya tirk u kurdan e; em gişk gelê Tirkîyê ne

Serokê Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê pêgirî ser projeya ``Tirkîyeya bêyî teror`` kir u ragihand ku ti danuistandin an paşdavekişînek di demajoya aştîyê ya nû da nayê qebûlkirin.

Dewleta Bagçelî got: Ebdullah Ocalan berpirsyarîya xwe qebûl kirîye u PKK piştî banga wî ya di 27ê Sibatê da demajoya çekdanînê dest pê kirîye, lê YPG hê çek danenîye u divê ku pabendê lihevkirin u bangên Ocalan be.

Bagçelî pêgirî kir: Dewleta Tirkîyê dê ti danuistandineke sîyasî neke û kesên ku hatine xapandin lê di êrişên bi çekan da beşdar nebûne, dikarin bizvirin welêt. Wî bi durişma ``em hemî gelê Tirkîyê ne`` got: Armanc kêmkirina navbera tirk u kurdan u xurtkirina biratîya netewî ye. 

Serepeyv