Fermandarekî Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî çû seredana hêzên beşdarê Manovra Sehend-2025ê
Fermandarê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî dema seredana yekîneyên beşdarê Manvora dijîterorîsmê ya Sehend-2025ê got: Armanc ji vê manovr u tetbîqatê, xurtkirina şîyanên di warê têkoşîna dijî hemî curên terorîsmê ye.
General Mihemed Keremî got: Îran hertim gorîyê terorîsmê bûye û me 17 hezar şehîdên terorê hene û dîyar kir: Meşqa Sehend-2025 li gorî planê û bi beşdarîya hêzên 10 welatên endamê Rêxistina Hevkarîyê ya Şanghayê tê lidarxistin u Erebistan, Umman, Iraq u Komara Azerbaycanê jî wek mêvan u çavdêr di vê tetbîqatê da beşdar in.
Wî dîyar kir ku yekîneyên beşdarê vê meşqê bi amadebûneke baş senaryoyên curbicur li gorî planê bi cih tînin. General Mihemed Keremî pêgirî kir ku Îran ji bo sekinîna himber her cure gefekê amade ye.