Tirkîye: Daxûyanîya baregeha Barzanî derbara Bagçelî da bêrêzî ye
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ragihand daxûyanîya ku ji hêla nivîsgeha Berdevkê Baregeha Barzanî va hat weşandin u tê da Dewlet Bagçelî Serokê MHP kirîye armanc, him ji hêla naverokê va u him jî ji hêla lewzê va nayê qebûlkirin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da ji Serokê PDK xwest ku derbara gotinên bêrêzane u handêr ku tawanbarkirinên bêbingeh di çarçova wan da hatin hilêxistin, bersivê bide û demlidest helwesteke guncav u berpirsane himber wê nîşan bide.
Baregeha Mesûd Barzanî di daxûyanîyekê da wek berteka himber rexneyên tund ên Dewlet Bagçelî Serokê MHP têkildarî seredana vê dawîyê ya Mesûd Barzanî ya Şirnexê da ragihandîye: Me wiha fikir dikir ku Xwedê Dewlet Bagçelî xistîye rêya rast da û wî dest ji nijadperestîyê kişandîye, lê dîyar bû ku ew hela jî gurê boz ê berê ye ku nika ketîye postê mîyan da.
Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP jî îro di civîna koma parlimanî ya partîya xwe da rexne li baregeha Barzanî girt u got: Ez dixwazim vê yekê bêjim ku ew daxûyanîya bêrêzane u bêsînor a duh ku tê da hevpeymanê me Dewleta Bagçelî Serokê MHP kiribû armanc, bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Umer Çelîk Berdevkê AKP jî wek berteka himber daxûyanîya baregeha Barzanî da got: Dewleta Bagçelî ti rexneyeke kesane dijî Barzanî nekirîye u bera gotinên wî tenê ber bi zêrevanên Barzanî bûye û ti nirxandineke nerênî derbara Barzanî da nekirîye. Wî herwiha got: Daxûyanîya baregeha Barzanî bêrêzî ye u tê da peyvên fenanî nijadperest u faşîst hatine bikaranîn. Çelîk bikaranîna lewza tund di daxûyanîya baregeha Barzanî da bêrêzî zanî u xwest ku ew bê sererastkirin.