May 09, 2021 20:55 Asia/Tehran
  • Nîgeraniya Tirkiyê ji qewimîna hişkesalê

Kêmbûna barînê li Tirkiyê bûye sebeba nîgeraniya ji qewimîna hişkesalê li vî welatî.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Amara fermî ya weşandî ji aliyê Wezareta Cotkarî û daristanan, her wiha amara Rêxistina Hewanasiyê nîşan dide ku di meha Nîsanê da barîn li Tirkiyê bi awayekî dilgiranker kêm bûye û gihîştiye asta herîkêm di 50 salên dawî da.

Tirkiye tûşî rewşeka nû bûye ku renge beşa cotkarî û dabînkirina ava vexwarinê tûşî pirsgirêka cidî bîne.

 

Serepeyv