Îro salvegera Komkujiya Dêrsimê ye
Îro 84 sal di ser Komkujiya Dêrsimê re derbas dibin ku hikûmeta wê demê ya Tirkiyê piştî serhildana Dêrsimê li dijî serhildêran û kurdan pêk anî.
84 sal berî niha dewleta Tirkiyê li Dêrsima Kurdistana Tirkiyê plana komkujieyeke mezin li dijî Kurdan danî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi Rêberiya Seyîd Riza dest bi sores û serhildanê kiribûn.
Di 4ê Gulana sala 1937an de, Civata Wezîran a Tirkiyê li parlamentoya wî welatî civiya û biryara operasyona artêşê li Dêrsimê derxist ku weke yekemîn belgeya fermî ya derbarê komkujiya Dêrsimê de tê naskirin.
Ji ber wê yekê jî roja 4ê Gulanê weke roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin.
Li gor zanyariyên nefermî yên derbarê hejmara qurbaniyên komkujiyê de, di navbera 13,000 heta 40,000 Kurd li Dêrsimê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin, û bi hezar kes jî bi zorê hatin koçberkirin û ji warê xwe hatin dûrxistin.
Piştî têkçûna serhildanê, rêberê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî di sala 1938an de ji aliyê Tirkiyê ve hatin darvekirin.
Tevî ku 84 sal di ser re derbas bûye, lê ew komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin û karê yasayî yê pêwîst jê re nehatiye kirin.