Doza bûyerên Kobaniyê li Enqerê destpê kir
Li Enqere, doza bûyerên Kobaniyê destpê kir û di vê dozê de hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî li gel hejmareke girtiyên din têne darizandin.
Rûniştina yekemîn a Doza Kobanê li Edliyeya Girtîgeha Sîncanê saet 10:00 dest pê kir.
Biryar bû beriya destpêkirina Doza Kobanê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin, lê rê li ber wan hat girtin.
HDPê jî amadekariyên berfireh bo beşdariya aligirên xwe aliyên din di vê rûniştina vê dozê de kiriye. 1200 parêzeran navê xwe nivîsiye ku parastina HDPê bike û delegasyoneke Ewropî jî ji bo şopandina vê dozê li Enqerê ye.
Di vê dozê de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de 28 jê girtî 108 kes tên darizandin.
Derbarê dozê de Berdevka HDPê Ebru Gunay got: “Piştî 6 salan bi talîmata desthilatê ev doza hate vekirin û doza hatiye vekirin li dijî pîvanên hiquqê ye. Partiya me li hemberî kompleyekê ye û îdianameya vê dozê jî derew û îftîra ne. Ev doze tenê komployeke siyasî ye.”
Dosya bûyerên Kobaniyê weke doza sereke ji bûyerên 6 û 7ê Cotmeha sala 2014ê dema çalakiyên piştgiriya Kobanî pêk tê ku wê demê li 35 bajar û 96 navçeyan di encama çalakiyan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.