Nîsan 20, 2021 11:00 Asia/Tehran
  • Jimara herî jorîn a pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê  li Tirkiyê

Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 55 hezar û 149 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 341 kes jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Roja duşemê 19.04.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên dawiyê aşkere kir. Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di nava 24 saetan de 55 hezar û 149 kes bi Koronayê ketine.  Herwiha 341 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê bi Koronayê mirine. Herwiha 48 hezar û 947 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê 4 milyon û 323 hezar û 596 kes bi Koronayê ketine û 36 hezar û 267 kes jî bi Koronayê mirine û 3 milyon û 736 hezar û 537 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Van rojana, Tirkiye ji ber belavbûna vîrusa Koronayê di rewşek pir dijwar re derbas dike.

Li Tirkiyê di van rojên dawî de rekora pêketin û mirina bi vîrusa korona gelek caran hat şikandin.

Ji Çarşema borî ve, li Tirkîyê tevdîrên nû yên sînordarkirinê hatin girtin, di nav wan de sînorkirinên seyrûseferê, kêmkirina saetên karê dayire û yên hikûmetî û girtina restorantan, kafeyan û navendên din cih digirin.

Tevî van sînordarkirinan, li Tirkiyê zêdebûna pêketin û  mirina bi koronavirusê her kes xistiye nav fukaran.

Serepeyv