Nîsan 17, 2021 09:46 Asia/Tehran
  • Erdoxan bi Benza 500 hezar Euro çû mêvaniya fitara belengazan

Erdoxan û jina xwe bi Benza 480 hezar Euro û çenteya destî ya 50 hezar dolarî jibo xwarina fitarê çûn mala malbateke belengaz ku ev yek tûşî gelek rexneyan bû.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Fitara Receb Teyib Erdoxan li mala welatiyekî belengaz li Enqerê bû sebeba hêrsbûna rexnegiran.

Ew ku carcaran bi hevrêtiya medyayan diçe mala medyayan, vê carê çû mala malbateke feqîr li Enqerê û bû mêvanê fitara wan.

Tê gotin Mercedes Benza ku Erdoxan bi wê çû mala belengazan da ku wêne bikişîne modela S600 Guard e ku bihayê wê derdora 480 hezar Euro ye.

Bihayê çenteya destî ya Emîne Erdoxan, hevjîna Erdoxên jî 50 hezar dolar tê texmînkirin.

Serepeyv