Nîsan 16, 2021 12:16 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê di çarçêva rewşa awarte de li Colemêrgê qedexe heta 15 rojên din dirêj kir

Li Parêzgeha Colemêrgê ya kurdnişîn li başûrê rojhilatê Tirkiyê, ji bo dema 15 rojan hemû cure çalakî weke xwepêşandan, konferansên rojnamevanî, girev girtin û vegirtina konan hatin qedexekirin.

Li bajarên Kurdnişîn ên başûrê rojhilatê Tirkiyê bi hincetên curbicur qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Heta 1ê Gulanê hemû xwepêşandan û çalakiyên wek meş û vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji îro Înê 16ê Nîsanê  heta 1ê Gulana îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçetiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.Lê rastî eva ye ku dewleta Tirkiyê bi van hecetan rewşa awarte li deverên kurdî disepîne.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Serepeyv